TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê amadekariya pêswazîkirina koçberên Rojava dike

Admin H
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2019 22:45

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina koçberên êrîşên Tirkiyê yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyan dike û ji welatên cîhanê dixwaze alîkariyên mirovî ji wan re bişînin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya konsûlxaneyan û nûnerînîyên welatan yên Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye alîkarîkarîyan bigihînin hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîya koçberên Rojavaya Kurdistanê.

Adil bal kişand ser ku heta niha 200 koçber ji Rojavaya Kurdistanê û bakurê Suriyê gihîştine Herêma Kurdistanê û çaverê dikin hejmar gelekî zêde bibe.

Parve bike: