TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê bang li Tehranê kir: Êrîşan rawestînin

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2026 17:35

PeyamaKurd - Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên bêsedem ên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bi tundî şermezar kirin û destnîşan kir ku domandina van êrîşan aramiya hemû herêmê têk dide.

Di daxuyaniyê de bang li Tehranê hate kirin ku dawiyê li van binpêkirinan bîne; herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê ya federal û civaka navneteweyî hate kirin ku sînorekî ji bo van kiryaran deynin.

Ev bertek di demekê de hat ku li sînorê Silêmaniyê di êrîşa li ser baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê de 9 pêşmerge şehîd ketin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Herwiha Rêveberiya Dijî Terorê ya Kurdistanê eşkere kir ku berê sibehê 8 dron li asmanê Hewlêrê ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve hatine têkbirin.

Amarên êrîşên pênc mehên dawî

Ji destpêka vî şerê herêmî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de (ji 28ê Sibata borî heta îro) bi giştî 904 dron û moşek ber bi axa Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin.

Di encama van bombebaranên dijwar de ku wekî aloziyeke pir metirsîdar di dîroka herêmê de hat tomarkirin, heta niha 30 kes şehîd ketine û 138 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî dabeşbûna parêzgehan, Hewlêr bi 617 êrîşan di rêza yekem de cih digire; li pey wê Silêmanî bi 254 êrîşan, Dihok 31 êrîşan û Helebce jî bi 2 êrîşan rûbirûyî van teqandin û bomberanan bûne.

Parve bike: