TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê ji bo bajarê Soran 175 milyon dînar terxan kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2021 22:01

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 175 milyon dînar ji bo dabînkirina kêmahiyên rêveberiya ava bajarê Soran ê bi ser parêzgeha Hewlêrê terxan kir.

Berpirsê ava devera Soran Tehsîn Seidullah ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, piştî dûvçûnên wan, wezareta bajarvanî û tûrîzma Kurdistanê 175 milyon dînar ji bo dabînkirina pêdiviyên wan terxan kiriye.

Tehsîn Seidullah got, “Em ê bi wê bûdçeyê beşek ji pirsgirêkên kêmbûna avê çareser bikin û bingeha çend projeyên nû yên avê jî deynin.”

Parve bike: