TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Sûriyê bawernameyên Rojavayê Kurdistanê pejirandin

Admin H
Nivîskar
📅 20 hezîran 2026 08:55

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara hejmar 1617/943 derbarê bawernameyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve hatine dayîn, da.

Biryar li ser bingeha bendên qanûna Hejmar 31an a 2024an e û pêwîst e rewşa qanûnî ya xwendekarên li parêzgehên rojhilat jî li ber çavan were girtin.

Hêjayî gotinê ye, ev biryar beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e ji bo avakirina pergaleke perwerdehiyê ya yekgirtî, piştî bicihanîna materyala xwendinê ya yekgirtî ya hikumeta Sûriyeyê li hemû parêzgehên Sûriyeyê.

Naveroka biryarê wiha ye:

Madeya 1:

Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê ya Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di azmûnên bawernameyên giştî (amadehî, Perwerdehiya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027ˊan de, beşdarî azmûnên bawernameyên (amadehî û perwerdehiya Bingehîn) bibin.

Madeya 2:

Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla Wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin.

Madeya 3:

Ev biryar tê weşandin û ji bo bicîhanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.

 

Parve bike: