TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hindawi: NH û Amerîka dixwazin arîseyên Hewlêrê û Bexdayê çareser bibin

Admin M
Nivîskar
📅 22 tebax 2020 21:01

PeyamaKurd- Nûnerê serokwezîrê Iraqê Huseyin Hindawî bo K24 ê ragihandiye ku Neteweyên Hevgirtî û Amerîka bang kirine da pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê çareser bibin. Hindawî weha gotiye:

“Pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê normalin û bo çareseriya wan hevdîtin dewam dikin. Her dû teref jî berjewendiyên xelkê didin ber çav û dixwazin pirsgirêk çareser bibin. Civaka navdewletî, Neteweyên Hevgirtî û Amerîka bang dikin da pirsgirêkên her dû aliyan çareser bibin. Amerîka dixwaze pirsgirêk di rêya diyalogê de çareser bibin. Herêma Kurdistanê û Bexda jî dixwazin.”

Di dema seredana serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bo Amerîkayê, di nava heyeta wan de nûnerên Herêma Kurdistanê jî hebûn.

Parve bike: