Kurdistan
Hosyar Zêbarî: Me û Goran biryar da hukumet zû ava bibe
PeyamaKurd- Bo avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê îro li bajarê li Pîrmamê şanda tevegera Goran û heyeta PDK ê li hev civiyan. Di derbarê encama civînê de endamê polîtburoya PDK ê Hoşyar Zêbarî ragihand ku civîna wan baş bûye û bi başî birêve diçe.
Zêbarî weha got: “Bo avakirina hukumeta nû danûstendinên wan dê dewam bikin lê hin pirsgirêkên têgiştina hev hene. Divê partiyên siyasî xwedî hestên berpirsiyaretiyê bin. Eger li Kurdistanê valahiyên qanûnî û hukmî hebin, ev tev di eleyhiya millet de ye. Me û Goran tekez kir ku pêwiste hukumeta nû ya Kurdistanê bilez ava bibe. Divê li ser serokatiya parlementoya Kurdistanê lihevkirin hebe. Ger parlemento di vê mehê de bicive, ev serkeftineka mezine.”