Kurdistan
HPG: Têkiliya me bi mayîna ku bîsîkletvanê Danîmarkî pê miriye, tine
PeyamaKurd – HPG ê li ser mirina bîsîkletvanê Danîmarkî ku li nahiya Kanî Masiya bi ser Amediyê ve di roja pênşema borî di teqîna mayînê de birîndar bû û paşî can da ragihandinê kir. Baskê leşkerî HPG ê ku bi ser PKK ê ve ye, ragihandina xwe weha kir:
“ Li bajarê Duhokê li nahiya Kanî Masî di encama teqînê de tûrîstekî Danîmarkî ku can dabû û yek jî birîndar bû, ciyê navborî ne devera me ye ku em lê bin an tevbigerin. Em mayîna reş jî bikarnaynin. Ev bûyer pêdivî bi lêkolîna wê heye. Têkiliya ti hêzeka me bi vê bûyerê tineye.”