HPGê li ser bûyera Çemankê peyam da çapemeniyê
PeyamaKurd – Li gor tora medyayî ya Kurdistanê Rûdaw ragihandiye: Navenda Çapemeniya HPG ê ku baskê leşkerî yê PKK ê ye, piştrast kiriye ku di bûyera Çemankê de bi erebeyên hêzên Pêşmerge Hammeran ve 2 mayîn teqandine. Di encama teqînê de 3 pêşmerge birîndar bûne û yek ji wan li nexweşxana Duhokê şehîd ketibû. Li gor ragihandina rêvebirê Çemankê Elend Emîr di pey teqînê de bi sîlihan li hêzên Pêşmerge xistibûn.
HPG ê ragihandiye ku gerîllayên wan li pêşmergeyan teqe nekirine, tenê 2 mayînan bi Hammeran ve teqandine û xwestine pêşdeçûna hêzên Pêşmerge bidin rawestandin. Di peyama HPG ê de weha hatiye ragihandin:
“Hêzên gerîla dê ti carî nebe aliyê ku êriş dike. Em ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê naxwazin şer bikin û vê yekê bi rengekî eşkere jî radigihînin.”
HPG ragihandiye ku hêzên Pêşmerge hewl daye ku bikeve nava kampên wan û dibêje:
“ Em bang li PDKê dikin ku dest ji operasyonên xwe yên li dijî kampên me berde. Lê belê bila her kes zanibe; eger êrişên navborî dewam bikin, hêzên me yên gerîla wê di çarçoveya xweparastina rewa de xwe biparêzin.”