TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: 2 çekdarên xwestin êrîsî rêya M4 û gundan bikin hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2020 22:54

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku 4ê Adarê hejmarek çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hewl dan êrîşî rêya M4 û gundên derdora wê bikin û rastî bersiva şervanên wan hatin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Di roja 4ê Adarê de komek çeteyên dagirker xwestin êrîşê bibin ser rêka M4 a navdewletî û gundên derdora wê. Di encama bersivdana hêzên me de şerekî demkurt qewimî. Di vî şerî de 2 çekdar hatin kuştin. Herwiha şervanekî me bi awayek sivik brîndar bû".

HSDê diyar kir, Artêşa Tirk û komên çekdarên wê êrîşên xwe yên bi çekên giran li ser rêya M4 a navdewletî û gundên derdora wê bi awayekî bênavber berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye, piraniya rêya M4-M5 a navbera Idli û Helebê ji aliyê rejîma Sûriyê ve van demên dawî hatiye kontrolkirin ku hin beşên wê jî di bin serweriya herêmên HSDê de dimînin.

Parve bike: