Kurdistan
HSD: 3 Leskerên Tirkiyê hatin kustin û NHByek hat xistin
PeyamaKurd- HSDê ragihand ku 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan 3 leşkerên Tirkiyê kuştine û Navgîneke Hewayî ya Bêpîlot a Tirkiyê (NHB) xistine xwarê.
Li gor daxuyaniyan HSDê, şer û pevçûn di navbera hêzên wan û artêşa Tirkiyê de li gundên derdora rêya M4 rû dane.
Li gorî heman daxuyaniya HSDê, di encama wan şer û pevçûnan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Herwiha HSDê diyar kiriye ku şervanekê jî di wan şer pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.