Kurdistan
HSD: 9 çekdarên SMO hatin kustin
PeyamaKurd – Derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ku ji doh ve bi ser gundên Til Temirê ya girêdayî Hesekê berdewam dikin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyanî da.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye ragihandin ku Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bersiv daye êrîşan û di encamê 9 çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ku navê Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) li xwe kirine hatine kuştin.
Herwiha li gorî jêderên Rojavayê Kurdistanê îro di saetên şevê de jî gundên navçeya Şera ya Efrînê hatine topbaran kirin û li ser çend gundên Şehba û bendava Şehbayê jî êrîş pêk hatine ku di encama êrîşan de zirarên madî çêbûne.