HSD bang li Tirkiyê kir: ‘2 Sertên me hene…’
PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojavayê diyar kir ku ew amade ne ku bi Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin lê 2 şertên wan hene.
Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî li Kobaniyê di çalakiyeke de axivû got, ew amade ne ku bi Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin lê 2 şertên wan hene: divê Tirkiyê ji Efrînê vekişe û êrişî bakur û rojavayê Sûriyê (Rojava) neke.
Ji aliyê din ve Mezlûm Kobanî di civîneke ku fermandarên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Wezîrê Derve yê Berê yê Frensayê Bernard Kouchner jî amade bû, axaftine kir. Kobanî amaje kir ku wan êrişî tu hizb û aliyî nekiriye û neketine nava tevgereke ku li herêmê ragêşiyê zêde bibe.
Fermandarê HSDê Kobanî di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku armanca HSDê ew e ku xelkê ji terorê biparêzin.