HSD: Berpirsê teqînên Girê Spî û Serêkaniyê Tirkiye ye
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ber teqînên li Serêkaniyê û Girêsipî Tirkiye berpirsyar dît û ragihand ku armanca teqînan ew e ku xelkê sivîl koçber bibe û demografiya herdu bajaran were guhertin.
Berdevkê Fermî yê HSDê Gabriel Kîno bi daxuyaniyekê ragihand, ji destpêka êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li Serêkaniyê û Girê Sipî, li wan bajaran êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî têne kirin.
HSDê ew êrîşên xelkê sivîl dikin armanc bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku Tirkiye berpirsiyarê wan êrîşan e.
Li gorî daxuyaniya HSDê armanca Tirkiyê ew e ku xelkê sivîl koçber bike û malbatên çekdarên teroristên uygurî, tirkistanî û yên biyanî li şûna wan bicih bike û plana guhartina demografiyê bicih bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku doh 2yê Cotmehê li nav bazara bajarê Girêsipî teqînek di rêya otombîleke bombekirî çêbû û di encama wê teqînê de 13 kesan can dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.