Kurdistan
HSD: Di du çalakiyan de 5 leskerên Tirkiyê hatin kustin
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 6ê Cotmehê piştî êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyeyê ragihand ku hêzên wan du çalakî li dijî hêzên Tirkiye û komên çekdar pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku HSDê di çarçoveya parastina rewa de, du çalakî li bakurê bajorekê Til Temirê li dijî hêzên artêşa Tirkiye û komên çekdar li dar xistine.
Hate diyarkirin ku êrîş li dijî baregehên Bab El Ferec û Ebdulhey hatine kirin û di encamê 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.