Kurdistan
HSD ê teqîna li Girê Sipî sermezar kir
PeyamaKurd- Li ser teqîna îro ku li Girê Sipî çêbû û di ser 10 kesan de jiyana xwe ji dest dan, berdevkê çapemeniyê yê HSD ê Mustafa Bali bo çapemeniyê, di ser hesabê xwe yê civakî de beyanekî da û di beyana xwe de ragihand ku ew teqînê şermezar dikin û got ku teqîn ji aliyê Tirkiyê de bo tevliheviyê çêbikin hatiye kirin.
Bali got ku bombeya li Girê Sipî teqiyaye, planeka Tirkiyê ye bo bajaran vala bikin û demografiya herêmê biguhêrin. Bi wê sedemê jî herêmên ku di bin destê Tirkiyê de ne, bi kemînên Bûbiyê tije kirine. Bali got her devera ku di destê Tirkiyê de ye, Tirkiye jê berpirse. Heman tişt li Efrînê jî dihat kirin û balê kişand ser wê yekê ku heya derfet hebin bila xelk ji malên xwe dernên.