HSD elektrîkê dide, Tirkiye jî ava vexwarinê!
PeyamaKurd - Elektrîka Girê Spî ji Bendava Tişrînê dê were dabînkirin û ava vexwarinê ya Heseke û Dirbêsiyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû birîn jî ji nû ve tê berdan.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin ku îro rayedarên Rûs û Tirk li Eyn Îsayê hevdîtinek pêk anîne û piştî civînê jî biryar hatiy girtin ku elektrîka navend û gundewarên Girê Spî ji Bendava Tişrînê ya jêr kontrola HSDê were dabînkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê te tê gotin, wêstgeha avê ya Eloka ku di şer û pevçûnan de ziyan dîtibû, hatiye çakirin û pêdiviya avê ya Hesekê, Dirbêsiyê û gundewarên wan deveran hatiye bicihanîn.
Herwiha wezareta tirk dibêjie, bi van pêşhatên dawî re ew hewl didin di herêma operasyona wan de rewşa jiyana sivîlan baş bikin.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar piştî rêdana Amerîka û vekişîna leşkerên Amerîkî bi rêkeftineke bi navê avakirina ‘herêma ewle’ êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kiribûn û herdu bajar dagir kiribûn.
Heta niha sed hezaran sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne, lê Tirkiye dibêje; ew dê penaberên Sûriyê yên li welatê xwe li wan herêmên Kurdan bicih bike û herêma ewle jî wekî têkbirina hêzên Kurd (şikandina korîdora terorê) pênase dike.