TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Êrîs û tevgera dagirkirinê berdewame

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2019 22:11

PeyamaKurd – Medya tirk îro bi zarê çavkaniyên ewlekariyê ragihandibû ku êdî operasyona dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) bidawî hatiye, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî radigihîne ku êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên wê bi ser çend deverên Rojavayê Kurdistanê de bênavber berdewam dikin û şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Navenda Ragihandina HSDê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên ji bo dagirkirina herêmên nû li Til Temir, Qizelî û Eyn Îsayê berdewam dikin û tevgera leşkerî ya artêşa tirk û çekdaran bo komkirina hêzan zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya HSDê artêşa tirk û komên çekdar ji bejahî ve bi piştgiriya tang, top û çekên giran, êrişî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gundê Dawidiyê kirin.

Herwiha li Eyn Îsayê jî bi piştgiriya firokeyên bêpîlot, tang û topan, tevgera xwe ya dagirkirinê û êrîşên xwe didomînin û xaleke hevbeş HSD  û leşkerên artêşa Sûriyê bi obûsan hatiye bombebaran kirin.

Dîsa eniya Qizelî jî bi piştgiriya firokeyên bêpîlot û çekên giran, êrîşek li dijî hêzên HSDê hatiye kirin.

Parve bike: