TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk ji rasiyê dûr in

Admin L
Nivîskar
📅 05 mijdar 2022 16:31

PeyamaKurd – Îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk ên şehîdxistina 15 şervanên wan ji aliyê HSDê ve hatin derewandin. 

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê li ser twitterê daxuyaniyek di derbarê mijarê de belav kir.

Di daxuyaniyê de HSDê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên şehîdxistina 15 şervnên wan derewandin û got: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 29ê Cotmehê, 2, 3, 4ê Mijdarê de daxuyanî dan û îdia kirin ku wan di van rojan de 15 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastiyê dûr in.”

Parve bike: