TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Li Hesekê 16 DAISî hatin girtin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 26 sibat 2024 16:53
PeyamaKurd - HSDê ragihand ku di operasyonên roja pêncşema borî ku ji aliyê hêzên wan ve hatine pêkanîn de li bajarê Hesekê 16 endamên DAIŞê hatine girtin.

Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku destê van 16 endamên DAIŞê yên ku hatine girtin di êrişên terorîstî yên li dijî hêzên HSDê de hebûne. 

Ferhad Şamî da zanîn ku di encama operasyonên hefteya borî de hêzên HSDyê her wiha dest danîne ser gellek çek û teqemeniyên DAIŞê jî.

Ferhad Şamî herwiha ragihand ku Hêzên Dijîterora Rojavayê Kurdistanê, di 22ê Sebatê de, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê re, li Dêrezorê fermandarê DAIŞê yê bi navê Husîn Newaf el-Husîn ku destê wî di gellek êrişên terorîstî yên li dijî sivîl û hêzên wan de hebûye jî girtiye.
Parve bike: