Kurdistan
HSD: Me danê sibehê operasyonek pêk anî û gihastin armanca xwe
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro danê sibehê li dijî terorîstên ku peywendiya wan bi rêxistina terorê DAIŞê re heye operasyonek daye destpê kirin.
Li gorî nûçeya Reutersê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, heta niha 20 terorîstên DAIŞê desteser kirine û di encama operasyoneke li dijî bajarokê Suheylê dest danîn ser çekan.
HSDê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Hêzên me duh danê sibehê operasyon dane destpêkirin. Me du tunel tesbît kirin ku terorîstên bi armanca êrişê vekirine.”
Berdevkê HSDê Mistefa Balî derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û got, ”operasyon bi profesyonelî û bi baldarî hat kirin û gihaşt armanca xwe.”