TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Me rêberekî ISÎDê desteser kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 20 nîsan 2023 17:00

PeyamaKurd- Ji aliyê Rêveberêya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ve hat ragihandin ku hêzên wan ên taybet, di operasyona xwe ya li Dêrezorê de serkirdeyekî berê yê rêxistina terorîst a IŞÎDê desteser kir.

Di daxuyaniya yek ji medyayên girêdayî HSDê de hat ragihandin ku HSDê bi piştgiriya asîmanî ya Hevpeymaniya Navneteweyî, li Dêrezorê operasyonek li dar xist.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyona li bajarokê Cedîd Bakare ya Dêrezorê de serkirdeyekî berê yê IŞÎDê hatiye girtin û hat diyarkirin ku ev terorîstê ku dîl hatiye girtin; çek, teqemenî û pereyên şaneyên rêxistinê derbasî Dêrezorê û herêmên bakur û rojhilatê Suriyeyê kirine.

Her wiha di derbarê mijarê de hat diyarkirin ku operasyon ji bo ewlehiya gelê herêmê, dê berdewam bike.

Parve bike: