TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Tirkiye hewil dide qadên nû dagir bike

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2019 04:46

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirkiyê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşên xwe yên li ser heremê didomîne.

Navenda Ragihandin û çapemeniya HSDê bi daxuyaniyeke nivskî encamên şerên 24 saetên dawî eşkere kir û got, “Balafirên bê mirov yên Tirk bê navber li ser hemû herêmên bakûrê Sûriyê geriyan û cih bi cih êrîş pêk anîn.”

HSDê da xuyakirin ku artêşa tirk û komên çekdarên girêdayî wê li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîşî herêmên sîvîlan kirin û hewl dan qadên nû dagir bikin.

17ê meha Cotmehê bi navbeynkariya Amerîkayê Tirkiyê rêkeftineke agirbestê îmze kiribû ku êrîşên xwe ji sînorê hatiye diyarkirin derbas neke û rêveberiya Amerîkayê jî ragihandibû, heger sînorê diyarkirî were derbaskirin ew dê dorpêçan li ser Tirkiyê deynin.

HSDê da zanîn ku şervanên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û ragihand, “Di encamê de hêjmarek çekdar hatin kuştin û birîndar bûn.”

Herwiha li gorî ragihandina HSDê di şerên dawî de 5 şervanan can daye û 3 jî birîndar bûne.

Parve bike: