TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD û Koalîsyonê tedbîqata hevpar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 13 adar 2024 12:44

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengiya DYAyê li baregeha leşkerî ya Dêrezorê tetbîqatek leşkerî ya du rojan bi bikaranîna cebilxaneyên rastîn pêk anîn.

Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR), HSD û Koalîsyona Navdewletî tetbîqata leşkerî ya du rojan bi cebilxaneyên rastîn li baregeha leşkerî ya li Meydana Petrolê ya El Omer a li Dêrezorê pêk anîn.

Li gorî Rewangehê, di tetbîqatê de, cebilxaneyên rasteqîn li ser armancên sexte hatin avêtin, dema ku helîkopter li esmanê herêmê difiriyan, da ku amadehiya şer li hember êrişên muhtemel ên milîsên bi piştevaniya Îranê zêde bikin.

Li aliyê din di nûçeyê de hat ragihandin ku ji ber tetbîqatê li herêmê dengên teqînên dijwar hatine bihîstin.

Parve bike: