TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê 34 girtiyên ku bi tohmeta DAISê hatibûn girtin serbest berda

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2020 04:35

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 34 girtiyên ku tohmetên ser wan pûç bûne berdan û hat gotin ku ev bergirî bi hedefa sererastkirina jiyana wan e.

Li gorî nûçeya ANHAyê îro 34 kesên ku berê li ser paşxaneya hevkarî û têkiliyên wan bi terorîstên DAIŞê re hatibûn girtin, hatin berdan.

Di merasîma serbestberdanê de, rûspî û şêxên eşîrên herêma Hesekê, hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Muawiniya Mela Ehmed, nûnerên saziyên sivîl û Komîteya Têkiliyan a HSDê ya Hesekê jî di amadehî kirin.

Hat diyarkirin ku ew kes bi navbeynkarî û kefaleta rûspî û şêxên eşîran û bi însiyatifa HSDê hatine berdan ku destê wan di xwîna gelên Sûriyê de tunebûye.

Parve bike: