Kurdistan
HSDê berpirsekî xeternak ê DAISê kust
PeyamaKurd – HSDê di operasyoneke li gundewarên Dêrazorê pêk anî de, berpirsekî xeternak ê DAIŞê kuşt.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Hêzên me li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê yên terorîst, operasyoneke ewlehiyê pêk anî.”
Herwiha da zanîn: “Ev operasyona hêzên me serkeftî derbas bû û di encamê de berpirsekî xeternak ê rêxistina terorîst hat kuştin. ”