TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê bi alîkariya hevpeymaniyê terorîstekî pilebilind ê DAISê desteser kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2021 23:57

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi operasyoneke hevbeş ya ligel Hevpeymaniya Navdewletî berpirsekî bilind ê DAIŞê desteser kir.

HSD li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand, Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (HAT) li herêma El-Şeîfe ya Dêrazorê bi alîkariya Koalîsyona Navnetewî ya ji hewa ve, operasyonek pêk aniye.

Hat eşkerekirin, di operasyonê de terorîstekî payebilind ê DAIŞê ku endamên şaneyan bi çek dikirin, karên wan hêsan dikir û planên bûyerên kuştinê dikir hatiye girtin.

Parve bike: