Kurdistan
'HSDê deverên ji dest dabû, dîsa kontrol kir'
PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Sean Ryan ragihand, navçeyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çend roj berê ji dest dabûn car din kontrol kirine.
Dûh hin çavkaniyên medyayî îdia kiribûn ku DAIŞê çend deverên Dêrazorê ji destê HSDê derxistine û ew bajarok hatine valakirin ku ji aliyê berdevkên HSDê ve ew nûçe hatibûn redkirin.