HSDê dewriyeya Amerîka-Tirkiye bi wêne belav kir: Ji bo ku niyeta bas bibînin…
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê dewriyeya leşkerî ya bejahî ku îro ji aliyê hêzên Tirkiye û Amerîkayê ve li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê hat kirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HSDê ya li ser hesabê fermî yê twitterê yê Kordînasyona Leşkerî yê HSDê de, hesabên Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), Wezareta Derve ya Amerîkayê, Senator Lindsey Graham û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatine nîşankirin û tê gotin, di çarçoveya mekanîzmeya hevbeş de dewriyeya bejahî ya duyemîn encam daye.
HSD di daxuyaniyê de dibêje, ev ji bo ku Tirkiye niyeta baş a wan bibîne û ji bo pêkanîna aştiya gelê Sûriyê qonaxa duyemîn e.
Today was the 2nd Joint Ground Patrol for US & Turkish forces in the #securitymechanism area. This is the 2nd time #Turkey can see the good faith actions taken by #SDF, and also see the peaceful nature of the people of NE #Syria. @CENTCOM @DeptofDefense @LindseyGrahamSC @CJTFOIR pic.twitter.com/bAz5xpHxpM
— Coordination & Military Ops Center - SDF (@cmoc_sdf) September 24, 2019