TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê ji Amrîka xwest ku navçeyeke dijê firînê biqewimîne

📅 28 nîsan 2018 03:40

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mezlûm Kobanê di daxûyaniyeke ji bo Televizyoneke Amerîkî de, daxwaz ji Amerîka, Brîtanya û Fransayê kir, ku navçeyeke dije firînê li navçeyên di bin kontrola HSDê de ava bikin, da ku rê nedin firokeyên Rûsya û Hikumeta Sûriyê di asmanê wê navçeyê de bifirin.

Fermandeyê Giştî yê HSDê herweha got, eger Amerîka hêzên xwe vekişîne, dê Kurd rastî çarenivîseke ne zelal bibin û hêvî  xwest ku, Amerîka demek e dirêj bimîne, da ku hemû curên terorê bên şikandin.

Ji dawiya Sala 2015an ve Amerîka ji bo şerê DAIŞê alîkariya HSDê dike.

Parve bike: