Kurdistan
HSDê li Dêrezorê nêzîkî 200 kes desteser kir
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li derdora Dêrezorê di encama operasyonekê de, nêzîkî 200 kes desteser kirin.
Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de nêzîkî 200 kes li derdora bajarê Dêrezorê desteser kirin, ev jî di çarçoveya berdewama operasyona HSDê ya li deverê de ye.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha da zanîn, hemû kesên hatine desteserkirin, ji bo navçeya Bisêre hatine veguhestin, beşek ji wan hatin azadkirin û beşeke wan jî desteserkirî ne.
Ev di demekê de ye ku di rojên borî de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 6 kes li bajarokê Şihêl desteser kiribûn, ku destê wan di kuştina 5 endamên Encûmena Serbazî ya Dêrezorê de hebûn.