TR KU SO
FB X
Kurdistan

HTSê goristaneke Efrînê ruxand û darên wê jî ji bo firotinê birîn

Admin H
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2022 16:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku demek berê navenda Efrîn a Rojavayê Kurdistanê xistibûn kontrola xwe, Goristana Şêxmûs a navçeya Raco ya Efrînê ruxandin.

Li gorî zanyariyên gihîştine berdevkê Rêxistina Mirovan Efrîn – Sûriye Ibrahîm Şêxo, çekdarên HTŞê bi alîkariya çekdarên koma Feyleq El-Şam ku dest danîne ser gundên Meydana yên Efrînê, êvara roja Înê 28ê Cotmehê li saet 11:00ê nîvro, Goristana Şêxmûs ji nav birin.

Îbrahîm Şêxo gotiye, li gorî gotina çekdaran jinavbirina wê goristanê, bi behaneya gera li parçeyên şûnwarî bûye û darên temenê wan digihe 200 salan jî hatine birîn daku wekî êzing li bazarên Idlib û Ezazê bifiroşin.

Parve bike: