TR KU SO
FB X
Kurdistan

HUDA PARê jî bertek nîsan da: Li Wanê îradeya gel tê xespkirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2024 22:32

PeyamaKurd - Parlamenterê Batmanê yê HUDA-PARê Serkan Ramanli li ser biryara betalkirina namzedê DEM Partiyê yê seroktiya şaredariya bajarê mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, nerazîbûn nîşan da û got, “Nedana mazbataya Abdullah Zeydan xespkirina îradeya gel e.”

Parlamenter û Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Piştî hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nedayîna mazbatayê ji bo namzedê bi ser ketî, xespkirina îradeya gel e. Heger ji bo namzediyê mafê wî tunebû, çima YSKyê namzediya wî pesend kir? Bi hîleyên Alî Cengîz bidestxistina kursiyan, sîyaseta herî nizim e."

Parve bike: