Kurdistan
Hukumeta Herêma Kurdistanê dê roja çarsemê bicive
PeyamaKurd- Hukumeta herêma Kurdistanê dê sibê siet di 13.00an de, bi partiyên Kurdistanê re bicive. Di civînê de gelek mijar hene ku bi partiyên Kurdistanê re bên gotûbêjkirin.
Di nav mijaran de mijara serjimêriya Kerkûkê heye ku Bexda hewl dide da di sala 2020an de bêkirin. Her weha mijara darayî ya Kurdistanê heye ku dê li ser wê jî biaxifin. Komîsyonên parlementerên Kurdistanê yên ku li Bexdayê hevdîtinên kirine û asta ku gihanê, dê li ser wan jî bê gotûbêjkirin.