TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hukumeta Kurdistanê ragihand ku wê ji zor û tehdîdên Iraqê re serî daneynin

Admin M
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2022 04:33

PeyamaKurd – Kabîna Herêma Kurdistanê di bin serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiya û piştî civînê daxwuyanî da. Kabîne di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê wê dev ji mafên rewa yên destûrî bernede, wê mafên destûrî bi her awayî biparêze û wê bi ti awayî li hemberê zor û tehdîda hukumeta federal serî daneyne.

Di serî de pirsgirêkên xaz û petrolê, divê temamê pirsgirêkên girîng yên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin. Hukumeta Bexdayê heya niha fonên ku mehaneyên memûrên Kurdistanê jê bidin temîn nekiriye.”

Parve bike: