Hurgiliyên serdana Serok Barzanî ya Bexdayê hatin belavkirin
PeyamaKurd - Serok Barzanî di serdana xwe ya doh 22yê Mijdarê ya bo Bexdayê de, çend hevdîtinên girîng û berhemdar ligel payebilindên Iraqê pêk anîn.
Malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî derbarê hevdîtinên siyasî yên li Bexdayê de, daxuyaniyek weşand.
Hat ragihandin, Serok Barzanî ligel şandekê û bi mebesta hevdîtina ligel berpirsên bilindên Iraqê û guftûgo kirina proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda, serdana Bexdayê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Bexda ji aliyê Mihemed Helbusî Serokê Parlemena Iraqê û Hadî Amîrî Serokê Hevpeymaniya Fetih û hejmarek ji Wezîr û berpirsên siyasî û îdarî û emniyên Iraqê ve hate pêşwazî kirin.
Hurgiliyên serdana Serok Barzanî ya Bexdayê:
Piştî bîhnvedaneke kurt li Firokxaneya Navdewletiya Bexda, Serok Barzanî û şanda li gel berev Koşka Serok Wezîrê Iraqê birêketin û li gel Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê civiyan.
Li vê civînê de Serok Wezîrê Iraqê bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û ragihand ku Serok Barzanî serkirdeyê azadkirina Iraqê û binyatnana demokrasiye li Iraqê û endazyarê avakirina Iraqê û peywendiyên Iraq û navçeyî û navdewletiye. Her wiha balkişand li ser dîroka xebata hevbeşa her dû aliyan û peywendiyên xwe û Serok Barzanî li ser rûyê peywendiyên siyasî zanî û wan peywendiyan bi birayane û dostane wesif kir.
Serok Wezîrê Iraqê pêzanîn ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge hebû u ragihand ku pêwîste em hemû aliyek wê dîrokê bizanîn ku têda Pêşmerge çawa li dijî zulm û dîktatoriyê xebatê kiriye û qurbanî daye û serketinê bi dest ve aniye.
Her li vê civînê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo rola Serok Wezîrê Iraqê li xebata dijî dîktatoriyetê hebû û hebûna wî ya bi Serokê Hikûmeta nû ya Iraqê de cihê hêviyê ya proseya siyasiya Iraqê da zanîn û tekez li wê yekê kir ku ji bo wê yekê hatiye piştevaniya xwe ji bo Serok Wezîrê nû ya Iraqê ragihîne ji ber ku niha hikûmeta Iraqê ketiye destekî emîn.
Pêşhatên siyasiyên dawî û guftûgokirina proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û çareserkirina kêşeyan, mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê bû.
Piştî hevdîtina li gel Serok Wezîrê Iraqê Serok Mesûd Barzanî li bajarê Bexda li gel Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih û hejmarek ji serkirdeyên Hevpeymaniya Fetih civiya.
Li kombûnê da Serokê Hevpeymaniya Fetih serdana Serok Barzanî ya Bexdayê bi girîng û dîrokî wesif kir û ji bilî balkişandina li ser rola bi bandora Serok Barzanî li dîroka Iraqê û xebata gelê Kurdistanê, hêvî xwest ku ev serdan derbasgehek bê ji bo çareserkirina kêşeyan û rastkirina wan şaşiyên ku berê da rû dane. Her li vê civînê de her dû alî tekez li ser berdewamiya peywendiyan û kûrtirkirina bawerî û palpiştîkirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin.
Li dirêjahiya serdanê da êvariya roja pênçşem 22.11.2018 Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel bi Faleh Feyaz Serokê Lîsta Eta re civiyan û li civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û her dû alî wê yekê dûpat kirin ku niha derfetekî nû li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û pêwîste kar li ser avakirina bawerî û karê pêkveyî ya di navbera wan bê kirin û heman demî de jî palpiştiya hikûmeta nû ya Iraqê û proseya siyasiya Iraqê bê kirin.
Rawêstgehekî dinê serdana Serok Barzanî ya ji bo bajarê Bexda civîna Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel bû ku bi Serok û hejmarek ji serkirdeyên Kutleya Meşrû'î ya Erebî Iraqî bû.
Her li piştî wê civînê Serok Mesûd Barzanî û şanda pêre li gel Mihemed Helbusî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û hejmarek ji parlemanterên Hevpeymaniya Mîhur û Nûnerê parêzgehên rizgarkiriyên Iraqê civiya.
Li vê civînê de Serokê Parlemena Iraqê serdana Serok Barzanî ya bajarê Bexdayê bi cihê şanaziyê da zanîn û hêvî xwest ev serdan derfetek bi proseya siyasiya Iraqê bide berev rastkirina proseya siyasî û çareserkirina kêşeyan be. Her wiha Nûnerê Parêzgehên Azadkiriyên Iraqê spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ku bûne penageha sedan hezar koçber û lêqewimiyên Iraqî ku bi sedema êrîşa terorîstên Da'îş mal û halê xwe bi cîh hiştibûn.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serokê Parlemena Iraqê kir ku roleke erênî li proseya siyasiya Iraqê da dîtiye û ji bilî balkişandina li ser dîroka peywendiyan û kêşeya di navbera Herêm û Bexda tekez li wê yekê kir ku bi tu awayekî nabê nakokiyên siyasî li gel desthilat bibê sedema nakokiya gelan û pêkhatên neteweyî û olî.
Rewşa parêzgeha Nînowa û karkirina ji bo avadankirina cîhên wêrankirî û vegerana koçberan mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Serokê Parlemena Iraqê û Hevpeymaniya Mîhur bû.
Rawestgeha dawî ya roja yekema serdana Serok Barzanî li êvariya roja pênçşem 22.11.2018 ya bajarê Bexda civîna Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel bû bi Nûrî Malîkî Serokê Kutleya Dewleta Yasa û hejmarek ji serkirdeyên Dewleta Yasa û Partiya De'weya Iraqî bû.
Li vê civînê de serdana Serok Barzanî ya bajarê Bexda û civîna li gel aliyên siyasiyan bi girîng hate wesif kirin. Her wiha tekez li ser karkirina nêzîkbûna Hewlêr û Bexda û karê pêkveyî û sûdwergirtina li fireh aliyên siyasî û bingehên demokrasiyê ji bo berev pêşvebirina proseya siyasiya Iraqê kirin.
Her li vê civînê de her dû alî tekez li ser hemahengî û peywendiya berdewam ya bi mebesta pêşxistina proseya siyasî û çareserkirina kêşeyan û palpiştîkirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin.
Li vê serdan û hevdîtinan da Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasî ya PDK û Serokê Fraksiyona PDK li Bexda û hejmarek ji Wezîr û Berpirs û Şêwirmendên Partiya Demokrata Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî bûn.