Husên: Ji bo hinartina petrola Kurdistanê tenê dengdana parlamentoyê maye
PeyamaKurd - Wezîrê Dervê yê Iraqê Fuad Husên, di Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku li Bakuyê tê lidarxistin, axivî û got, “Ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê tenê pêdivî bi dengdana parlamentoyê maye.”
Fuad Husên da zanîn ku ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê tênê pêdivî bi dengdana Parlamentoya Iraqê heye û diyar kir, “Eger parlamento bipejirîne dibe ku hinartina petrolê beriya sersalê dest pê bike.”
Husên bi bîr xist ku li ser mijarên budçe û mûçeyan ti pirsgirêkên mezin di navbera Bexda û Hewlêrê de nînin.
Fuad Husên diyar kir, Iraq û Rûsya ji bo asayîkirina pêwendiyan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbeynkariyê dikin.
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ji 25ê Adara 2023yan ve bi biryara Dadgeha Parîsê ya Hakeman hatiye rawestandin.