ÎDIA - Îro grevên birçîbûnê bi dawî dibin û deriyê Îmraliyê vedibe
Hat îdiakirin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê grevên birçîbûnê ku ji ber tecrîta li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî dibin û Parlementerê HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 197 roj in di girêva birçîbûnê de ye wê daxuyaniyekê bide.
Derbarê mijarê de tê gotin ku wê di derbarê girêvên birçîbûnê de daxuyaniyek were dayîn. Tê çaverêkirin ku dawî li girêvên birçîbûnê were.
Îro bi daxuyaniyên çapemeniyê dê girêvên bi dawî bibin û herwiha ji bilî parêzeran, siyasetmedar û kesayetên naskirî jî dê bikaribin li Îmraliyê serdana serokê PKKê Abdullah Ocalan bikin.
'TU PEYWENDIYA VÊ YEKÊ BI PÊVAJOYEKE ÇARESERIYE TINE YE'
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal duhî serdana Girêva Imraliyê kiribûn û bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re civiyabûn. Parêzeran piştî hevdîtinê tu daxuyanî nedabûn.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul piştî hevdîtina Abdullah Ocalan bi parêzeran re ku piştî 8 salan pêk hatibû nirxandinek kiribû û gotibû peywendiya wê yekê bi pêvajoyeke çareseriyê re tine.
“Tu peywendiya vê yekê bi pêvajoyeke çareseriyê tine. Herweha tu peywendiya vê yekê bi hilbijartinên Stenbolê re jî tine ye.”