TR KU SO
FB X
Kurdistan

ÎDIA | MÎTê ji Singalê 4 endamên PKKê birin Tirkiyê

📅 22 nîsan 2019 16:36

PeyamaKurd – Saziyê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) îdia dike ku wan li Şingalê li hember endamên PKKê operasyonek pêk aniye û 4 endamên PKKê birine Tirkiyê.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Ajansa Anadoluyê (AA), MÎTê li Şingalê li dijî PKKê operasyonek pêkanîye û 4 endamên PKKê, ji Şingalê bo Tirkiyê hatine hinartin.

Di heman nûçeyê de tê gotin ku endamên PKKê li Tirkiyê radestî Rêveberiya Giştî ya Ewleakriyê ya Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) hatine kirin.

Ji hêla din ve heta niha PKKê derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Parve bike: