TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê du kolberên Kurd kust 5 heb jî birîndar kir

Admin L
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2020 17:42

PeyamaKurd – Dewleta Îranê, do 10.07.2020an da, 5 kolber li bajarên Pîranşar û Çaldirana ser bi Urmiyê ve, bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve birîndar bûn, herwiha du kolberên din jî bi guleyên rasterast hêzên çekdarên Îranê ve hatin kuştin.

Li gor nûçeya rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw roja 09.07.2020an da, hêzên çekdarên Îranê li sînorê Çaldirana ser bi Urmiyê ve, gule li karwanekî kolberan berdane û di encamê da kolberekî bi navê Ziyad Hatemî hatiye kuştin. Ziyad Hatemî xelkê gundê Gul bûye û bavê du zarokan e.

Herwiha ji aliyê din ve kolberekî xelkê gundê Nimencê ya Pîranşarê yê bi navê Îbrahîm Ebûbekir li zozanên Qendîlê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê ve hat kuştin û ku ew jî bavê du zarokan e.

Heman rojê de li sînorên Nodşe ya Kirmaşanê, Urmiyê û Serdeştê 5 kolberên din jî hatin birîndarkirin.

 

Parve bike: