Kurdistan
Îranê girtiyekî Kurd ê ji Pîransara Rojhilata Kurdistanê bi darve kir
PeyamaKurd - Dewleta Îranê girtiyekî kurd li bajarê Nexede yê Rojhilata Kurdistanê bi darve kir.
Li gor Malpera Mafên Mirovan ya Hengawê ragihand, îro Îranê danê sibê, li girtîgeha navendî ya bajarê Nexede yê Rojhilata Kurdistanê, girtiyekî Kurd bi navê Kamil Qadirî Eqdem bi darve kir.
Kamil Qadirî Eqdem xelkê gundê Dêlzê yê Pîranşarê bû. Du sal berê bi tohmeta kuştina welatiyê bi navê Şoriş Qubadiyan hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû mehkûmkirin.
Bi darvekirina wî girtiyê Kurd re, hejmara girtiyên Kurd, ku di vê hefteyê de hatine darvekirin gihişt 6 kesan.