TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê girtiyekî Kurd li Sine daleqand

Admin L
Nivîskar
📅 30 hezîran 2020 14:15

PeyamaKurd – Saziya Dadweriya Îranê girtiyekî kurd ji Sewlawa ku di zindana bajarê Sine de bû, daleqand.

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw, îro 30.06.2020an de cezayê daleqandina girtiyekî kurd ê bi navê Mihemed Ezîz Mehmûdî li girtîxaneya navendî ya Sine, ji aliyê Saziya Dadweriyê ve hat bicîhanîn.

Temenê Mihemed Ezîz Mehmûdî 25 sal bû û xelkê gundê Dizlî ya ser bi Sewlawa ya ser bi parêzgeha Sine ve bû. Du sal berî niha kesekî din ê xelkê Dizlî yê bi navê Diyako Kerîmî kuştibû û di heman rojê de hatibû girtin. Piştre ji aliyê dadgehê cezayê daleqandinê jê re hatibû dayîn.

Parve bike: