TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê kolberek qetil kir!

Admin İ
Edîtor
📅 15 cotmeh 2024 15:45

 

PeyamaKurd –  Li gorî Tora Mafê Mirov a Kurdistanê radigihîne, kolberê 37 salî Siyamend Hesenpûr ê xelkê Serdeştê ku hefteya borî li çiyayên Qendîlê dema ji aliyê hêzên sînor ve dihat şopandin, ketibû bin çavan û li navenda tenduristiyê ya Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ev kolber heftiya borî dema ku di bilindahiyên sînorê çiyayê Qendîlê re diçû, ji aliyê pasewanên sînor ve hat şopandin û birîndarkirin. Dema ku bi giranî birîndar bû, bo navendên pizîşkî yên Urmiyê hat veguhestin, lê piştî çend rojan 5ê Cotmeha 2024an ji ber giraniya birînên xwe koça dawî kir.

Siyamend Hesenpûrê 37 salî xelkê Serdeştê bû û bavê 2 zarokan bû.

Li gor amarên ku ji aliyê Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ve hatine berhevkirin, di meha derbasbûyî de (Îlona 2024an), kolberê serdeştî yê bi navê Esed Espandar li herêmên sînorî yên bajarê Baneyê ya parêzgeha Kurdistanê ji aliyê hêzên sînorî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye kuştin. Her wiha Ferdîn Rustemnejad ciwanê kolberê xelkê gundê “Şemşîr”ê bajarê Pawê piştî 18 mehan ji birîndarbûna xwe û di encama gullereşandina hêzên sînorî de ji mêj ve birîna stûyê xwe canê xwe ji dest da. Her wiha kolberekî li deverên sînorî yên Hewramanê ji ber lêdana pasevanên sînor birîndar bû.

 

Parve bike: