TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê welatiyê Basûrê Kurdistanê bidarve kir

Admin S
Nivîskar
📅 13 mijdar 2018 16:36

Peyamakurd - Dezgeha mafên mirovan Hengawê ragihand ku girtiyekî hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatiye darvekirin.

Li gor Hengawê girtiyê kurd ê bi navê Soran Reşîd Zahidî (33 salî) ku 4 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî li Îranê hatibû girtin,  hefteya borî hatiye darvekirin.

Reşîd Zahidî xelkê bajarê Hewlêrê ye û ji 3 saliya xwe ve li Îranê jiyana xwe didomand.

Hat ragihandin ku Zahidî li girtîgeha bajarê Zencan ya Îranê girtî bû û bi tohmeta kuştina karmendekî kargeha çîmento ya Zencanê dihat darizandin.

Parve bike: