Kurdistan
Iraq | Dadgeha Federal gilîyê li dijî Nêçîrvan Barzanî red kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Dadgeha Federal a Iraqê, giliyê ku li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê têkildarî rêkarên hinardekirina petrola Iraqê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin, red kiriye.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Dadgeha Federal a Iraqê, gilî ji aliyê parlamenterê Iraqê û Serokê Fraksiyona Sadiqûn Udey Ewad Kazim ve li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin. Hate diyarkirin ku ew gilî ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin.
Di giliyê navborî de daxwaz hatibû kirin ku rêkarên hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Kurdistanê bêne rawestandin.