Kurdistan
Iraq: “Peymana 750 varêle lê ji Kurdistanê 150 hezar varêl petrolê dişînin Tirkiyê”
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta petrolê yê Iraqê îro ragihand ku peyamana Iraqê û Tirkiyê heye ku rojane di ser xeta Kerkûk-Ceyhanê de 750 hezar varêl petrola xam bişînin lîmana Ceyhanê ya Tirkiyê lê niha rojane dikarin tenê li dora 150 milyon varêl petrolê bişînin.
Berdevk ragihand ku li gor hilberînê, miqdarê rojane diguhire. Ji ber êrîşên Îranê, grûbên Iraqî yên nerewa yên bi ser Îranê ve û çeteyan ku sehayên petrolê yên Kurdistanê bi fuze û dronan li şîrketên hilberîna petrolê yên li Herêma Kurdistanê dixistin, şîrket hilberîna xwe rawestandibûn û rojane miqdarê hilbverîna petrolê daketibû heya 1900 varêlî.