Kurdistan
IRAQ | Serlêdana namzedbûna hilbijartinê ya 226 endamên Beasê hat red kirin
PeyamaKurd – Rêveberiya Iraqê serlêdanên 226 kesên xwestin namzediya xwe bo hilbijartinên pêşwext deynîn, bi hinceta endamên berê yên partiya Beas a rejîma berê ne red kir.
Komîsyona Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê derbarê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Lijneya Dadweriya Bilind a Iraqê bi sedema ku endamên berê yên partiya Beas in, serlêdana namzediyê ya 226 kesan red kiriye.
Li gorî Destûra Iraqê endam û rêveberên partiya Beasê ku hatiye qedexekirin, nikarin bibin namzedên hilbijartinan û di saziyên dewletê de kar bikin.