TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraq | Yasaya sandina mûçeyên hêzên Pêsmerge hat îmzekirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 gulan 2019 17:53

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Fuad Husên îro yasaya li ser xerckirina mûçeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îmze kir.

Li gor biryarê dê her meh 68 milyar Dînar ji bo hêzên Pêşmerge ji Hewlêrê re bê şandin.

Endamê Komîta Asayiş û Bergîriyê di Parlemantoya Iraqê de Nasir Herkî ji medya Kurdistanê re ragihand, ji îro ve her meh birê 68 milyar Dînar wek mûçe ji hêza Pêşmerge re bo Herêma Kurdistanê tê şandin.

Herkî diyar kir, “Di yasaya budceya federalî de ew birê pereyan ji budceya Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ji Pêşmerge re hatiye terxankirin.”

Parve bike: