TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îro 9emîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2026 09:27

PeyamaKurd - Îro 25ê Îlonê salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ye ku di sala 2017an de li Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya herêmê hatibû lidarxistin.

Referandûma dîrokî di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de hate lidarcistin.

Tevî hemû astengî, nerazîbûn û gefên derve, gelê Kurd di 25ê Îlona 2017ê de çû ser sindoqan û bi rêjeyeke pir bilind dengê "Erê" da serxwebûnê.

Li gorî encamên fermî yên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê ve hatibûn ragihandin, nêzîkî ji sedî 93yê beşdaran dengê "Erê" dan serxwebûnê. Lê belê ev biryar bû sedema gelek geşedanên mezin ên siyasî, aborî û leşkerî li herêmê. Hikûmeta Iraqê û welatên cîran nerazîbunên tund nîşan dan û di Cotmeha 2017an de bi xiyanetke mezin Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî ketin bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê.

Lê belê bandora vê biryar û encama referandûm û daxwaza rewa ya gelê Kurdistanê wekî belgeyekê li qada navnetewî hate tomarkirin.

Ev roj wekî qonaxeke girîng û dîrokî di têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd de tê bibîranîn.

Parve bike: