Îro Cejna Çarsema Sor a Êzîdiyan e û Çarsema Sor pîroz be
PeyamaKurd – Civata Êzîdî Çarşema serê Nîsanê ango li gorî salnameya rûmî Çarşema pêşî ya Nîsanê wekî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û îro Cejna Çarşema Sor e û îro 20.04.2022yê li hemû saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.
Di bîr û baweriya Êzîdiyan de, dinya vê rojê hatiye avakirin û Melekê Tawis vê rojê hatiye ser rûyê zemîn. Ev roja pîroz roja efûkirina gunehan e.
Cejna Êzîdiyan Çarşema Sor îro ji aliye hemû Êzîdiyan ve tê pîrozkirin. Çarşema Sor mezintirîn cejna civata Êzîdiyan e û ji sedan salan û vir ve li Perestgeha Pîroz Lalişê tê pîrozkirin.
Li gorî bîr û baweriya Êzîdiyan, di çarşema berî ya meha Nîsanê de gerdûn hatiye avakirin û ew roj weke destpêka jiyanê tê binavkirin.
Di vê roja pîroz de hemû kes di sere sibehê de ji xwe hişyar dibin û bi derketina rojê ve berê xwe dide rojê û ji bo cîhanê duayan dikin.