Kurdistan
Îro Desteya Birêveberiya Parlementoya Kurdistanê dicive
PeyamaKurd - Îro Desteya Birêveberiya Parlementoya Kurdistanê bo destnîşankirina dema destpêkirina civînên parlementoyê, dê bicive.
Li gor zanyariyan, îro Desteya Rêveberiya Parlementoyê Kurdistanê dicive û di civînê de wê biryar li ser dema civînên Parlementoyê bên stendin.
Herwiha li gor zanyariyan, hefteya pêş wê parlemento dest bi civînên xwe bike.
Li gor zanyariyan, wezîr jî wê di civînên hefteya pêş a parlementoyê de amade bin û wê rewşa nexweşiya Koronayê û pirsa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê werin gotûbêjkirin.